A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tavgekey Zellim (2)
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tavgekey Zellim (2)

Tavgey zallim zellim, tavgey zallim zellim
Firmêskî çawî çerxî pirr sitem

Zadey cergî kêw mewcudî ’edem
Dêwane asa şeyday rû le çem

Ser le berd edey dêwanekey şem
Sirewtit nîye le nallîn yek dem

Lew kêwe berze errjêyte xwarê
Rêzey mirwarît le dem ebarê

Diyar e ’aşiqî wa nall e karî
Sehra newerdî peycorî yarî

Perwane be soz xoy esûtênê
Awî sardî to cîhan ejiyênê

Em ser le berd e û em hellpirrjanet
Ya hû ya men hûy qudsî teranet

Bo zîndeganî şarezûrman e
Ax mîlletekey qedirnezan e

Bax û dirextit le berda naken
Ta bew sayewe willat awa ken

Eger gişt kêllgey daçênrê delên
Fîr’ewnî xakî Mîsirî pê dellên

Eger şarezûr bêt û awa bê
Roj geştî Mîsir ebê awa bê

Xornewazanî şay Xan Ehmedxan
Bûbuwe nimûney îremî cîhan

Êsta ew şiwêne ke wa wêran e
Bo çawî hîwam buwe be tane
Helbestên din ên Helbestvanî/ê