A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Stayşêkî Pêxemer
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Stayşêkî Pêxemer

Pêxemerekey xoşewîstî Xuwa
Xatem to yî, nebît nehatuwe le diwa

Zor pêxember hat ber û diwa têk ra
Xatemî xatem be kes nebirra

Ber lewey ke wa Adem sefî bû
To mustefa bûyî, bellam xefî bû

Mayey xîlqetî eflak luwlak e
Be elem neşreh sîney to pak e

Wezzuha siwêndî pirr nûrî rût e
Welleyl bo torrey sewadî mût e

Nêrgis ma zaxel beser ciwanî kird
Surmey Tûr, çawî, to herzanî kird

Mang be pencey to dûkert û şeq bû
Perwêz be namey to cêyî pê leq bû

Bûmelerzey to kewte dinyawe
Lew sawe golî sawe hellsawe

Subhane ellezî esra serat e
Qabe qewseynîş, edna, cêgat e

Sûrey wen necmit edirewşêtewe
Gullî ayînit egeşêtewe

înna fetehna bo to beydax e
Ayey muzemîl ke way şîrdax e

Xuwa sellawatî le dîdarit da
Ew nûre diyar e le dîdarit da

To nebûytaye, be agirî Nemrûd
Nesllî îbrahîm nedebû mewcûd

Ew îbrahîme, to newey ewî
Le Kurdistana derkewt birewî

Bapîre gewret fexrî kurdan e
Mellbendî ew e em cê û mekane

Tuxwa her le ber dillî îbrahîm
Derdman dermanke, tenya to yî hekîm

To em rojî toy tiya hatiye dinya
çareêyik!! Hîwa be to ye tenya

Herwek rehmetul ‘alemînî
Diyar e tenganey êmeyiş debînî

Bo xot eyzanî ke kurd dîndar in
Be ayînî to selabetdar in

Nakokîy nawxo hêlkî birrîwîn
Qellbey qellbezen, ke way dirrîwîn

Xoman be ehlî îman enasîn
Keçî keçrewîn, hêcgar kesas în

To ke xatirit lay Xuwa egîrê
Wa bike nîfaqman le naw hellgîrê

Ewsa ebînî çi ummetêk în
Le rêy xizmetî ayîn da tek în
Helbestên din ên Helbestvanî/ê