A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şorre Bî
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şorre Bî

Erê şorre bî ser hewzekeman
To sêberê bûyî hawînan bo man

Behar belenceûlarî xeraman
şinet ebûwe baweşên bo giyan

Be bergî sewzî tawisî kallat
Hewzeke bibûwe awêney ballat

Êsta boç rût û bêberg û bar î?
Serşorr û rengzerd, kiz û xembar î

Witî: Wêney tom, bê ziyad û kem
Le mallî to dam, wa le to dekem

Ciwanî xewêk e, ta çaw hellbirrî
Katêkit zanî royî têperrî

Ciwanî beharim, min ke şorre bî m
Ewîş xewê bû, dîm û ya nedîm

Hîç nebê behar min sewz ebimewe
Êwe pîrîtan ta mehşer şew e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê