A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şîrî Serbest
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şîrî Serbest

Birûskeyêk ke le pirr dêt le çawtewe tîşkî
Edate çawim û bînayî dîdem e, dîdem
Giyane! Nexmey neşîdekey nazit
Bendî laylayêk e bo ruhim
Le gell çiştê be dillta radebûrê
Demûdest wa le dillma bûyne yek dill
Ke dill teng bê, dillekutkem degatê
Le beynî dû dilla, raste ke rê ye
Telî çirayêk le ’eşqî towe
Bo bendî dillim rakêşraw e
Ew demey ke to şewqit kiz ebê
çiray dillî min kujawetewe
Le tarîkî da rencerro û bêkes
Le giwêagirdan serim kiz ekem
To bo min tenha, to bo min hemû
çiştêkî to bo min
Xoşewîstî û xoşwîstin im
Zor pê xoş e bellam çî bikem?
Ax hîç kesî tir nanasim, ke wa bû
Tenha bo min to yî
Her to yî bo min, her to bo min ewî
Xoşim biwêy her to yî
Binwarre mang be nûriyewe şew
Rûn ekatewe
Binwarre şew beyanî nizîk xoy exatewe
Seyr ke beyanî baweşî bo roj ekatewe
Binwarre roj ke nûrî dexate wilatewe
Hengiwîn û şîr û jîn û xeram têk exatewe
Ba toyiş lîqayekit le min awirr bidatewe
To şew be, gunahim bixere jêr perdey zullfit
To şewqî beyanî be, cillewkêşî hetaw be
To roji be, were pallmewe ke bibimewe tullfit
Bo me’kesî ‘eşqî ebedîm horîy tewaw be
Helbestên din ên Helbestvanî/ê