A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şînîy Muherrem
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şînîy Muherrem

Xuwaye! çi şorrişêk e ke bo xellkî ‘aleme
Dîsan çi newh û tem û giryan û matem e

Dîsan çi şîwenêk e çi heşrêk e rûy zemîn
Bê nefxî sûr heray le seray ‘erşî e‘zem e

Giwa ye ke xor le xawerî xwarû hellat ke wa
Aşûbî şîwenêk e qiyamet billêy kem e

Nawî binêm “qiyametî dinya”, ellên: Bellê
Em mangî matemîn e ke nawî “muherrem” e

Dîwanî Xuwa ke cêy xefet û xem nîye, le wêyiş
Polî firîşte ser le ser ejnoy ’eza û xem e

Cînn û melek be şîwenî ême le girye dan
Bo serwerê ke eşrefî ewladî Adem e

Rûnakî asman û zemîn, rojî meşrîqeyn
Baweşnişîn û rîşey cergî nebî, Huseyn

Katê kira be sermewe ew sere be zar
Rojîş serî be rûtî hellat kewte kohsar

Lafawî xem be coşewe rûy kirde şax û kêw
Hewrêkî reş be matemewe hat û girye bar

Rûy serzemîn be zelzelewe kewte gerd û xul
Westa le dewre û hereket çerxî bêqerar

Dawênî ’erşî ke lerzî hemû ehlî barega
Wityan: Qiyamet e, çî ye? Be bêwade kewte kar

Destey Herem ke hawdemî hûr û firîşte bûn
Pêçabûyanne ser milî wiştir esîr û zar

Herwa le Kûfewe be esîrî eçûne şam
Ew şame bû şeametî îslamî xiste kar

Lew rêgeye da Husên leşî bêser kewtibû
Hawarî xiste qafillewe, bû be şîn û zar

Bangêkî kirde dayikî: Kiçê! Fatîmey betûl
Birrwane Husênî kurrit, duxterî resûll

Lem xaku xwêneda leşî bêser, Husênî to
Wa kewtuwe, bizane Xuda çonî kird qibûll
Helbestên din ên Helbestvanî/ê