A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şînîy Mistefa Efendî
109 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şînîy Mistefa Efendî

Ax çi bikeyn legell çerxî çepger da?
Mînay dillmanî kêşa be berda

Birînî cergî kulandînewe
çiray zanistî kujandînewe

Le girdî Seywan ”mehşer” hellsawe
Em şare têkrra wa xiroşawe

Mistefa Fendî koçî diwayî kird
Xoşîy êmeşî le tek xoya bird

Hewrî asman kirdî be baran
Firmêsk ebarê le dîdey yaran

Hawîn û baran me’nay lê bigrî
Bo mergî azîz asman egrî

Em xellke kewa boy be peroş e
Sebaret be xûy çak û rûy xoş e

Xizmetêkî way kird le dinya da
Dersî exlaqî be mirdin da da

Coş û xiroşî şîwen birrwane
Tê degey qewmî kurd qedirzan e

Wek êşî daxî xoş nabêtewe
şiwênîşî herwa pirr nabêtewe

Mistefa Mizhir ke naw nirawe
Bew nawe sallî mergî bêjrawe
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê