A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şînîy Matemî Emîn Zekî Beg
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şînîy Matemî Emîn Zekî Beg

çiray rûnakî kurd kujayewe
Textî Suleyman text kirayewe

Tomarî kurdî te’rîx hellpiçrra
Perdey reş be rûy edeba kêşra

Emîn Zekî Beg rojî remezan
Hewargeyî birde ser girdî Seywan

Lew sawe ke ew esperdey gill e
Firmêskim têkell be xwênî dill e

Derkewt zatêk bû be ‘ehd û peyman
Le diway roja hatewe nawman

Bo mîlletekeyî hênd têkoşabû
Qellemî dest û penceyî şkabû

Dîsan bo Pênciwîn têkoşayewe
Xêr aw û gill bû, wa hênayewe

Ta çerxî cîhan le gerr ekewê
Piyawêkî waman tiya hellnakewê

Dayikî xak wehay girtote baweş
Azarî destî kirduwe feramoş

Bellam min bendî cergim birraw e
Zû negeme lay karim tewaw e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê