A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şînîy Ebdulwahîd Nûrî
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şînîy Ebdulwahîd Nûrî

Em wêneyey be şînewe Jîn xistiye ser serî
şexsêkî xoşewîst e be fezil û hunerwerî

Rencêkî zorî dawe, gelê lawî pê geyand
Asarî îqtdarî be te’lîfî xoy niwand

Geyiye ewey ke kellkî weten bigrê, destî merg
Pêçayewe be qînewe, xwênawî xiste cerg

Daxî giran e, qedrî nezanra le jînîya
Her Jîn e wa be nallewe egrî le şînîya

Tuxwa kurrîne! Lawîne! Bo lawî nîştiman
Wek Pîremêrd çiley bikene matem û fîxan

Qedrî guzeşte, rexbetî ayinde be tîn
Namirin emane, wa le dillî mîlleta ejîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê