A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şînîy Ebdulqadir
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şînîy Ebdulqadir

Ah Ebdulqadir! çît lê hat, kiwê çûy?
Bellê to piyawî em dewre nebûy

Dinya xirap bû, ta hat egorra
Asayiş nebû, meger le gorra

Bellam be zewît be bawkta nehat
Piştit wa şkand wext e bête lat

To çak bûy keçî xirapît niwand
Xaneqay dillî çakanit rûxand

Bergî em cejne şîn e, matem e
Hewir ta bigrî hêştaku kem e

Taze nemaman walegulla ye
Taze nemamman wa le gilla ye

Felek hîç nallêm, pîşet bedî ye
Xuwaye hîç nallêm, xot kurrit nîye

Tarîxî koçe nîwe şî’rî diway
Qadir ebdî xoy bang kirdewe lay

Em bangkirdine nîweyî efwe boy
Qadir ebdî bang kirdewe lay xoy
Helbestên din ên Helbestvanî/ê