A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Seyrî Jiyanî Kurd
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Seyrî Jiyanî Kurd

Bîstûme ke wa afretê ke le pêpîlkeyekî ban
Gayekî girte baweş û serkewt be bê wiçan

Diyar e ke jin ewende be hêz nabê, eme çon ebê?
Hêndey ke gayek hellgirê, key hellmetî ebê?

Ew gaye giwêlkêk bû le pêş da ke hellîegirt
Xoy roj be roj be birdin û hênanî fêr ekird

Ta giwêlik zil buwaye jine zorî zor ebû
Rahatin e be kurdî be bonay sport ebû

Pêşînanî ême beharan eçûne deşt
Gewre û biçûk be carê le wê komellî ebest

Layê be kewşek û şerretop, layê wirdekan
Aşetennûre, boxçe be gerdanê, piştlêdan

Hêcgar killawfirrênî kurrî gurcî pê dewê
Nabê bigîrê ba şeş û hewtîşî şiwên kewê

Herçî ke wa le ser qele mirdarê nan exwa
Nabê ke bêlê topeke berz bêtewe hewa

Eygirinewe xirap e, ewan dêne kayewe
çiwarnan e ew kesey ke be westayî mayewe

Tenha be “babî babî” û kersiwarî siwar ebû
Êstake kersiwarî ye siwar roy bawî çû

Ew baz û hellbezîn û rakirdinî xwar û jûr
Nawcergî pak ekirdewe wek awêney bilûr

Her kewşî sûr bû, qondere çon kurd le pêy eka!
Ew singe rût û saxe le kiwê mawe êsteke

Ew piyawî bem hîwaye ke bem renge helldekewt
Nawî le naw qellemrrewî turkana ser dekewt

Êsteyiş ewane ye le ‘Êraqa denasrê
îtir be paşerok sewî pirrmîwe nakirê

îdmanî êste hatote ser bezm û xwardinewe
Herçî ke zorî xwardewe başpallewan ew e

Pêkêkî ziyadî kird be sera ewsa cê be cê
Hoş û demar û pareyî be carê le kîs eçê

Ew cêgeyarîye xoşe ke çîmen bû ser be ser
Êste le şûşe şose ye ger piya ekey guzer

Dayikî weten delê: Ke esîrî zemane bim
Be kirdewey bed, be umêdî çî emane bim?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê