A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Şeşî Eylûl
122 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Şeşî Eylûl

Xizmîne! Wa şeşî reşî eylûl gerrayewe
Agir le mallî kurdî killoll berdirayewe

şaran be topî cejnewe seyran û keyf eken
Bo ême topî kuştine wa agirî eden

Bo cejn û şayî ye cilî sûryan ewê minall
Em cejne xwênî kurd e, felek kirdiye bergî all

Qey naka, ew le pêşewe xwênî ‘Elî rijand
Emsall be xwênî naheqî kurd rojuwekey şikand

Xwênxor ke har bû çil şew ejî gorrbegorr ebê
Bayî be bay diwayî ye, beydaxî şorr ebê

Dîsan perrî helloyeke peykanî lê eda
Kurdîş pellî le xoyetî wa êşî pê ega

Ey Xuwaye em perr û pelle ta key emankujê
Espê egiriye baxellewe, xwênit hellmijê

îşteddî ezmeten xeberî tenfericî ye
Elbadî’u ezlemîş e ke tolley be gurcî ye

Em xwêneye beratî necatman edate des
Em qewme serbillinde serî nanewê be kes

Em care wa beratî necat xoy gerrayewe
Xuwa yarebê nabirrêtewe, negbet birrayewe

Bo jînî qewm e xwên le leştî şêrî şerzewe
Wek terze dête xwarewe lew cêge berzewe

Ew xwêne ye dillopêkî awî heyat eda
Namirê ewey le rêy wetena giyan fîda eka

Ax xozge em beşeyiş be min ebirra le firseta
Herwek ewan ejiyam le dillî pakî mîlleta

çend berzî ye le bendenî berz û nizarewe
Hellmetberî be lawikî kurdî û qetarewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê