A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Serserî
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Serserî

Bê hoş û şi‘ûr û dillfigar im
Naçar ke xerîkî ahî zar im

Sa bîkerewe girê le zullfit
Ew bende girê eda le karim

Wek befr e hemîşe ahî serdim
Nawêrî ke bête lam beharim

çî bikem ke be şêtî kewtime naw şar
Hênd berdim ehawinê, sengesarim

Axir gullekem ke tom le dest çûyî
Dill pirrî ye le xar û pirrcexarim

Lem bêkesîye û le cewrî bêhed
Padaşim ewê le kirdgarim

Dînîşit le gell dilla firrandim
Lay Xuwayişim nemawe, şermesar im

Wa mamewe bê pena û hîway to
Tenha be xeyall e demguzarim
Helbestên din ên Helbestvanî/ê