A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Sermestî Rojû
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Sermestî Rojû

Xuwaye em dillem hêzêkî berê
Ke xem le naw xoyî bikate derê

Min xom nazanim çî bo min çak e
To be meylî xot dillim awa ke

Payey no nasîn eger derkewê
îtir kê dinya û dînarî dewê

Min ke dêwaney to bim be tenya
şeqê helledem le herdû dinya

Dillim hemîşe yadî to eka
Giyan le rêy to da cistûco deka

Lem xoşiyane da eger bê û bimirim
Bonî toyî lê dê giyay ser qebirim

Beheşt medih eken be naw û dawê
Min lîqay tom bê beheştim nawê

‘Aşiq ke be rast destî le giyan şişt
Pekî seyran û gerranî xoy xist

Diyar e ke yarê ew wefayey dî
Kamî wîsalî bo dênête dî

Xuwaye eyzanî ke min tom ewê
Me‘şuq çi rayey be to dekewê?

Xuwaye namewê ta‘etim zor bê
Neweka nefisim bewe mexirûr bê

Xom be gunahkar edeme qellem
To xot fermûte hez le ‘efu ekem
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê