A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Serguzeştey Pêrêjinan Bo Mindallî Giwê Agirdan
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Serguzeştey Pêrêjinan Bo Mindallî Giwê Agirdan

Pûr Tillêxan bizinêkî bû
Sibeynan bo bêre deçû

Kîtelley ebird eydoşî
Le mallewe day’epoşî

Rojê mam rêwî doziyewe
Serî la bird be diziyewe

Millçemlliç şîrî hellqurrand
Pûr Tillêxan kilkî perrand

Rêwî raykird bo naw rêwiyan
Lêyan kirde çepllerrêzan

Hey rêwî kilkîbirrawe
Hêcgar abrrûy tikawe

Rêwî çuwe lay Tillêxan
Lêy parrayewe be giryan

Witî: Kilke qullêm wêde
Dapîr witî: şîrim pê de

Rêwî witî: şîrim nîye
Dapîr witî: Ey biz çî ye?

Rêwî royî serî kiz kird
Xwazbênî şîrî le biz kird

Witî: Biz şîr bo dapîr da
Dapîr kilke qullêm wêda

Bizin witî: Dar gella da
Giwanî biz le şîr qella da

Enca biz şîr da bo dapîr
Kilke qullêt bêtewe gîr

Rêwî hellsa çû bo lay dar
Girya û destî kird be hawar

Dar witî: Ba kanî aw da
Liqî min sewz bê û gella da

Rêwî rûy kirde lay kanî
Mişûrî ber ewîş hanî

Kanî witî: Kîj çopî ka
’Areqî rûyî le kanî ka

Kanî ewsa aw bo dar da
Dar sewz bê û gella be bar da

Biz bê gella bixwa û şîr da
Le tolley şîrî dapîr da

Dapîr şîrî dî le cê da
Ewsa kilke qullêy wêda

Hawarî bo lay kîj hanî
Kîjan bênê bo ser kanî

Kîjan kewşî sûryan nebû
Penay birde lay kewişdirû

Kewişdirû nardiye lay mamir
Hêlkey bo bika be qirreqirr

Mamir danî lê dawa kird
Enca dalldey bo cûtyar bird

Cûtyar danî da be mamir
çîkilldanî mamir bû pirr

Be garegar hêlkey bo kird
Bo westay kewişfiroşî bird

Westa kewşî bo kîj dirû
Kirdiyane pêyan zû be zû

çopî le ser kanî kira
Le kanî aw be dar dira

Dar gellay da û biz şîrî da
Rêwî şîrî dapîrî da

Dapîr kilkekey dayewe
Be binêştetall gîrsayewe

Rêwî çuwe naw rêwiyan
Lêyan kird be gallekêşan

Wityan: Bonî binêştetall dê
Deriyankird hatewe bo dê

Destê cilî ciwanî dizî
Kirdiye ber be de’ye û fîzî

Hate naw rêwiyan zû be zû
Wityan: Hey, emet le kiwê bû?

Witî: Le bin gomêka ye
Sed emendey tirî tiya ye

Werin biçîn nîşantan dem
Wek min derîbênin be dem

Birdinîye ser gomî Seraw
Yekêkiyan xoy xiste bin aw

Be bllqebilliq ew dexinka
Em deygut: Wa bangtan eka

Hemû xoyan tê firrê da
Be carê xinkan le wê da

Rêwîş dinyayî nebirde ser
Kirdey bedî xoyî hate ber

Rawikerêkî lê peyda bû
Kuştî û bazarrî kota bû

Herçî wek rêwî fêllbaz bê
Tûş debê, nabê derbaz bê

Xuwa rast e û rastî la xoş e
çewtî serencamî boş e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê