A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Rû Le Xoşî
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Rû Le Xoşî

çend xoş e însan xellkî şarê bê
Herçî bibînê xwêndewarê bê

Xwêndin û huner emende baw bê
Herçî bîdwênî fezllî tewaw bê

Katê ke mîllet qedrî bizanê
Mindall hewill eda heta etwanê

Ke mindallêkman geyiye caîze
Billê pêyî sebeb se‘î ye caîz e

Yekê xellatî huner epoşê
Zor kes eyewê wek ew têkoşê

Qewmêk pêşewayî başî pêş kewê
Le diwayiş bê diwayî her pêş ekewê

‘îlim ‘elem e bo supay şewket
Êmeş emcare hunerman derkewt

Oxey çend xoş e lem şiwêne berze
Komell bibestîn zor car bem terze

Dillman be feyzî me‘arîf şad keyn
Emca mudîrî me‘arîf yad keyn

Tehiyyat bo Xuway hemîd û mecîd
Supay bo fezill û xidmetî Mecîd
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê