A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Rastî
157 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Rastî

Piyawêkî xizmî ême Feqê Qadirî Gurgeder
’Umrî be raw û suhbet û xoşî debirde ser

Pênc barî ême basûq û sicûq bar eka le wê
Xo diyar e bacgir lew sererrêye pareyan ewê

Ew wexte îhtîsab bû gelê pareyan esend
Bacgir le dewrî şar hemû rêyan ekirde bend

Piyawêkî tir dîsan weku ew barî pê debê
şewgerde, şarezay hemû mellbend û rê debê

Tegbîrî bo deka delê derbazî keyn be şew
Deyzanî Hemze, bacgirî pîr, çawî wa le xew

Emyan elê: Dizîne û resmî dûqat ebê
Bem ayin û oyin û şardinewe çonman necat ebê

Lam wa ye her le rastîyewe rêy xom bigirme ber
Risgar ebim be rastî, hemû îş eçête ser

Karwankuje le ser Kurrekajawewe hellat
Qaçaxçî barî kird û be bêçirpe her dehat

Ta geyiye pêç û wirde dewen tûşî hîç nebû
Wey zanî destî dawete goyje necatî bû

çiwar cerde raperrîn pelûpo û çawyan cerrand
Hîçyan be xoy nehêşt û keredêzyan firrand

Ba ew le wê bimênê û Feqê Qadirîş le dê
Lêy nust heta beyanî le gell şarçî kewte rê

Hat geyiye rastî Aşî Xelîl bangî lê kira
Têfikrî Hemze bacgire hat nutqî bestira

S: Barit çî ye? Biweste kerit ragire le wê!
C: Basûq û sicûq û mêwij û doşaw e, çît ewê?

S: Rût reş bê, bo çî gallte be rîşî spîm ekey?
Min bêm hîç nebê birro derdî serîm edey

C: Xerefawî pîre! Gallte be roj nakirê were
Herçî ke pêm witî heye, barmiteket bere

S: Def’ul bela be, têperre alltûn bê bareket
Min namewê ser û semene û sekut û çareket

Lêm la de gurgî Gurgederî gerr ke raperrim
Sed gurgî wek to helldedirrim, îstekeyiş kurrim!

Herçend witî ke rast ekem, ew tûrre bû nehat
Rast û rewan le bacgir û cerde necatî hat

Seyrî ke rast û çewtî netîcey be çî ega?
Wa çak e piyaw hemû demê rast bê, diro neka
Helbestên din ên Helbestvanî/ê