A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Poker û Coker
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Poker û Coker

Poker ke, coker le hemû şiwênê
Xerc û bacî xoy be zor esênê

Wem zanî eme taze le naw e
Nemzanî sed sall le me û pêş baw e

Salim le me û pêş basî kirduwe
Ew be “gencefe” nawî birduwe

Sê as û dû şay danawe be fûl
Kiçîş bîbî ye, kurr lotî bêpûl

Ewsaye coker danehatibû
Wa diyar e piyawî ewsa yekrrû bû

îsta ke coker le jûr hemuwan e
Diyar e dûrrûyî modey zeman e

Coker nawî xoy be xoyewe ye
Herçî bitewê bo to ewe ye

Eger wêrgulê bikewête naw
Alîk û çiwarpê yek exa tewaw

Xo eger coker çiwarî tir yek xa
Stirît filoş e, ew karêş exwa

Ay poker çendit rêst le ser bêjra
Ay Montîkarlo çendit tiya nêjra

Hî wayşman heye be wişkemele
Potyan dû fils e, ewîş her hel e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê