A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Pîrozaney Zanistî
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Pîrozaney Zanistî

Berz û billind e hênd derecey xakekey weten
Hêşta beharî ême nehat, sewz nebû çemen

çiwar la behar e, bezm e neway saz û zîle ye
Lay ême şest e, serbekillaw e û rehêlle ye

Nîsan beharî ême ye, wa çawerrê yîn ke bê
Her qetreyekî gewher e, terzey legell nebê

Zistan gelê be zuqm û hella bû, emanewê
Padaşî befrî sardî, beharêkî derkewê

Her goşeyekî xakî weten bête gullşenê
Hewrî beharî bigrî, çemen şad bê, pê bikenê

Serî her çille gulê be newayekî bulbulê
Bezmêkî cem bê! Bade, weku kanî hellqulê

Her bêşeyekî pirr le hîjebir û pilling û şêr
Bo rojî îhtiyacî weten, canfîda û dilêr

Lefzêkî çend muheyîc e nawî weten ke dêm
Bîllêm siruştî ‘alem, lahutî dête giwêm

Mijdey beharî pê ye şkofey nîhalî gull
Wek ayetî jiyanewe umêd eda be dill

Emşew gullî umêdî wetenman depişkiwê
Mîllet umêdewar e be zanistî pêş kewê

Zanistî ye sewiyey mîllet billind eka
Zanistî ye ke ême binasê be Ewrupa

Zanistî zor be qîmet e, umêd atî ye
Em îhtîfal e “fal e” weten rû le hatî ye

Tewfîqî heq bibête refîqman lem îşe da
Wa dest le dest e, ellbete Xuwa qiwetîş eda
Helbestên din ên Helbestvanî/ê