A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Pendî Ballinde
128 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Pendî Ballinde

Baxewanê bû le dêy kostey çem
Baxêkî ciwanî hênabuwe berhem

Herçî mîweyêk nawî bîstibû
Naştibûy, be rîz rêkî xistibû

Gullî hênabû le popey çinar
Lêy dabû çinar, gull bû be behar

Bîstûçiwar çeşnî tirê lê dabû
Rewneqêkî way bew baxe dabû

Eyangut: Eme baxî îrem e
Billêy beheşt e hêştaku kem e

Dewrî baxekey hemû hencîr bû
Cînsî hencîrî şarî Ezmîr bû

Qelebaçkeyêk wa pêy fêr bûbû
Beyaniyan eyxward hênd lêy têr bûbû

Le diway têrxwardin hellîeweran
Mîwey tirîşî têk ra ejakan

Rojê baxewan telley bo dana
Pêwe bû qîrrey kird le tawana

Baxewan hêndey dax le dilla bû
çeqoy derhêna, serî birrêt zû

Qelebaçkeke lêy hate ziban
Witî: Memkuje laloy baxewan

Bew şerte carê ke ta demênim
îtir dîdarî baxit nebînim

Sê amojgarî wayşit bo dekem
Yekî gencêbê, bê ziyad û kem

Yekem: ew çiştey kewa mehall e
şiwênî mekewe, rencit betall e

Duwem: xem mexo, ke mall le kîs çû
’Umrîşit errwa, xem ebê be dû

Sêyem: be diroy xellik tefre mexo
Be şiwên kirdewey herama meço

Baxewan emey wa çû be dilla
çû berrelllay kird le dawî çilla

Qel firrî çuwe ser liqî darê
Ke kes netiwanê bîxate xwarê

Rûy kirde kabray baxewan, witî:
Daxekem bo to ke bêqîsmet î

Min gewherêkim le naw ziga bû
Bitfiroştaye be milyon eçû

Baxewan witî: Were aşna be
Lem baxey min da serberella be

Qel be pêkenîn witî: Min êsta
Pendim day, ke çî le lat newesta

Min witim: Be şiwên mehalla meço
Carêkî tir çon min dême lay to?

Witim: Xem mexo ke mall le kîs çû
Ebînim rengit hellbizirrka zû

Witim: Be diro bawerrt nebê
Le zigî qel da çon gewher ebê?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê