A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Pêhellixzan e
111 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Pêhellixzan e

Pêhellixzan e qewsî xizan, helldesênewe
Sall bê behar nîye, be behar her dejênewe

Em xake berze fêr e be zuqm û be befr û ba
Badî beharî leşkirî zistan eda be ba

çend tirsinok û bêwire bûn gewrekanî kurd
Mey’ûs ebin be bayêkî bêwade, destûbird

Pêyan billên: Tekerrur e tarîxî kaînat
Roma û Doçe çî bûn û êsta çîyan lê hat

Em Dîcleye ke êsta be bêxem deka guzer
Ew Dîcleye Hulako berî bestibû be ser

Sed kasekel le kasey kellekeyan kira
çend Nadir û Reza le ser ew texte danira

Em kurde gurd e, nawî le naw naçê mayewe
Rojê debê be babanewe bêne kayewe

Hîssî heyatî mîllî ke kewte killêşewe
Sûretpezîr e rengî beqa bew qillêşewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê