A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Newrozî Martî 1948 (Newroze Hatewe)
467 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Newrozî Martî 1948 (Newroze Hatewe)

Em rojî sallî taze ye, newroz e, hatewe
Cejinêkî konî kurd e bexoşî û behatewe

çend sall gullî hîway ême pê pest bû ta ku par
Her xwênî lawekan bû gullî allî newbehar

Ew renge sûre bû ke le asoy billindî kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird

Newroz bû agirêkî wehay xiste cergewe
Lawan be ‘eşq eçûn berew pîrî mergewe

Wa roj hellat le bendenî berzî willatewe
Xwênî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe

Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Qellxanî gulle singî kiçan bê le hellmeta

Pêy nawê bo şehîdî weten şîwen û girîn
Namirin ewane wa le dillî mîlleta ejîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê