A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Neşîdî Zanistî Bo Newroz
237 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Neşîdî Zanistî Bo Newroz

Emrro newroz e wa gull peyda bû
Le ’eşqî gull da bulbul şeyda bû

Bulbul le ser gull mangî bebang e
Xwêndinî ême sall diwazde mang e

Ew tenha bo gull serder hewa ye
Ême serberzîy qewman hîwa ye

Bulbul le ’eşqî gull da be soz e
Sozey ême bo daykî dillsoz e

Bulbul le bergî gull peyda nabê
Ême lem xake în, ya Xuwa awa bê

Bulbul detorê, çon bêwefa ye
Ême rîşeman lem xakeda ye

Bulbul derrencê be cefay xaşak
Ême bo sucde ser debeyne xak

Wa daykî weten hat û defermiwê
Min nexmey rolley zanistîm ewê

çunke zanistî cêgay hîwa ye
Mîllet be zanist le birew daye

Zîrekîy ême legell zanistî
Eger yek kewin, nakewne pestî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê