A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Neşîdî Matem (2)
113 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Neşîdî Matem (2)

`Le ser weznî beharan çi mehzûn`

Behar matemî kewte naw, rengî zerd e
Be giryan e hewir, bay seher ahî serd e

Perrinde le herd e
Dillî pirr le derd e

Dirextêkî tûbay beheştî Êraq bû
Le me’wa ye me’way ke sayey be ser çû

Dirêxa le dest çû
Le new ciwanîya zû

Liqêkî ciwanî le cê û cêy hîwa ye
Weku esllekey sayebanbê Xudaye

Pena ye û hîwa ye
Le bincî niyaye

Ke bellku Êraq, wek Êraqî ‘ebbasî
Beheştî zemîn bê, be lale ‘ebasî

Billind bê esasî
Nebînê kesasî

Hemû ême bend e û newey ew zemane yîn
Ebê pêş kewîn ta bizanrê le wane yîn

Le ecdad nîşane yîn
Fîdayiyekane yîn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê