A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (9)
103 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (9)

Xuwaye! Fermûte xot le Qur’ana
Le peristişî cînn û însana

Xelqî cînn û îns bo ‘îbadet e
Peristinî to rêy se‘adet e

Hedîsî qudsîş herdû yek bas in
”Kenzî penhan bûm, wîstim bimnasin”

Ew bo ‘îbadet, em bo nasîn e
Em dû awêne bo yek ayîn e

Xeleqtul xelqe lîkey ’u‘refu
Bo kê dest eda herwa zû be zû

Sa meger riştey hîdayetî to
Bo ew rayelle bê be tan û po

Egîne bêt û ew rêy rehmete
Nuqtey bête ser diyar e zehmet e

Tuxwa! Ba rehmet nebê be zehmet
Nebîyit be rehmet narduwe bo ummet

Diyar e muhtacî du‘ay ‘ebdit nît
Eger netnasin, to derbestî çît

Ezanim bo çî wa lutif enwênî
Destnêjî xotin nayanşkênî

Diyar e aw xellqî perwerdgar e
Sîfetêkî way lêwe diyar e

Ew darey ke xoy hênabêtye ber
Nuqumî naka, eyxate ser ser

Dîsan fermûte ke perwerdgar
Zor le lay xoş e ‘efûy gunahkar

Bizanê zewqî ‘efûy min çend e
Gunahkar ebê be ‘emdî bende

Xo min nawêrim eme bênime dî
Egîne minîş ‘efûy tom edî

Bellam ewîşe behsêkî ciwê ye
Ew piyawey le we biga le kiwê ye

Min le manem çî, pîrêjnane
Etnasim, naçime ser giwêsewane

Min emem bes e heta ku demirim
Zewqî ‘aşiqî yadit wergirim

Xoşguzeranî be dillxoşî ye
Allan e dinya, feramoşî ye

Dinya dawêk e kewtîne nawî
Dînman exeyne be hawpênawî

Hedîs e dinya û dîn yek nagirin
Her laye layê le yek daebirrin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê