A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (8)
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (8)

Xuwaye ewaney ke bêbawerr in
Hîçyan nedîwe her hellewerr in

Egîne seyrî baxêkî gull ken
Temaşayekî be giyan û dill ken

Ew renge ciwaney perrey hercayî
Be zerre bînî tîşkî bînayî

Lêy wird binewe ke ew sen‘ete
Kê dellê zadey xoy tebî‘et e

Tirazî pesend kam meqest birrî?
Perde ‘urûsî kê perdey dirrî?

Kê hat lawlawî be dara alland?
Kam dest gerdinî wenewşey çemand?

Emane berca billêyn bêgiyan in
Madeyek rûy da zor kes eyzanin

şîwe kellyekan axayekyan bû
Nawî Axal bû le pillng eçû

Pêyî birîndar bû lêy kird be xore
Zor hekîm hatine serî be nore

Rojê Mewlewî hekîmî bane
Pêy wit: Rehim ke bem mindallane

Em derde pîse etenêtewe
Piyaw ebê le xellik dûr kewêtewe

Axal le jûr dê çuwe bin darê
Rakişa û riwanî boy kişa marê

Emîş bêzar bû çawî lê qûçand
Mar hate ser pêyî xoy bo necûlland

Xellik û Xuwa geyine serî ber û diwa
Ta ewan hatin mar pêyewe da

Pêy çak buwewe, wek doxî carî dî
Xo nallêyn emîş tebî‘et nardî

Berdezilekey naw zêy ber Dûkan
Ke bo biwarî aw buwe be nîşan

şare mêrûley le naw da ejî
Emîş tebî‘et hênawyete dî?

Em asmaney ke bê stûn e
Bo kirdewey to buwete nimûne
Helbestên din ên Helbestvanî/ê