A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (7)
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (7)

Xuday bêniyaz, bêxwêş û hamrraz
Be dû xullkî çak bimke serfiraz

Yekêkyan emey xerezim nebê
Le rastî hîç kes ‘ewezim nebê

Kes le kirdewem ziyan nebînê
Dillim jeng negirê be buxz û kînê

Herçî derbarey min bedendêş bê
Be tîrî qehrî to dilley rêş bê

Duwem qena‘et, le az azad bim
Herçîm bideytê be we dillşad bim

Ke bêniyaz bim le ehlî dinya
Her to denasim be taqî tenya

Ewsa bo hîç kes nabime teşîrrês
Le hemû mallê nabime kaselês

Le tonasîn da Xuwaye zor kas im
Hoşêkim berê toy pê binasim

Her to rehberî le karî çaka
Bedîş xom neykem, hîç kes pêm naka

Eger xirapem be emrî to bê
çon ebê cezam dîsan be to bê?

Haşa îsnadî zullim be to nadem
Nefsim nayellê le gunah la dem

Xuwaye mertebey rezam biderê
Le dewllemendî û gedayîm gerrê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê