A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (6a)
172 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (6a)

Perwerdgara! Cezbey to nasîn
Be demax ebê, xo ême kas în

Ta to xot destî bendey xot negirî
Neyxeyte ser rê û têr û pirr negirî

Be firmêskî çaw dillî neşorê
Bergî xudbînî û nexwet negorrê

Wek siruştî xoy, xoy neka be xak
Xakesar nebê be dillêkî pak

Barî bendegît be giyan nekêşê
Be êşî qewmî dillî neyêşê

Perwaney nûrî lîqay to nebê
Be hemû xwastit rezaco nebê

Nalley şewanî negate dergat
Giryey terr nekat perdey baregat

Be badey yadî to sermest nebê
Gahê pirr cezbe û gahê pest nebê

Nagate rêzey bendey fermanî
Naçêjê neş’ey lîqay yezdanî

Xuwaye em hallem wa ewê le to
Qelenderê bim rend û bezlego
Helbestên din ên Helbestvanî/ê