A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (5b)
110 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (5b)

Tenha Xuwayekey zewî û asman
Le hemû şiwênê peyda yî û penhan!

Le bendegî da be we serberz im
Ke le dîwanî to da elerz im

Oxey çend xoş e ke radewestim
Carcare be şew niwêj dadebstim

Elhemdu exwênim rû le to dekem
Be paşmleyî supasit ekem

Ke geyiştme ewey billêm îyyake
Be neş’ey hizûr dillim rûnak e

çunke ew deme wam le hizûra
Dillim eşorê le deryay nûra

Eçime lay piyawêk ke wa gewre bê
Ebê wîzîtey be entêre bê

Xo eger wek min cilî çillkin bê
Be rîş û simêll çehrey kullkin bê

Le lay ferraşîş her derkirawe
Her qapî to ye ke negîrawe

Be endamêkî pirr gunahewe
Bo niwêj eçête rîzî şahewe

Min ke nizîkîy lay tom dest kewê
Le burdebarî bendet çîm ewê

Xuwaye wam lê bike agam le xom bê
Kewtim Ellahe her le gell tom bê

Ne wek be zuban du’a bixwênim
Le dill da regî xellkî derbênim

Ke to herçît kird be çakim zanî
Destim maç eka xoşguzeranî

Be rezamendî dillim pirr coş bê
Herçî to bîkey ewem pê xoş bê

Eger şêtî bê şêtî tewaw şêt
Xak û xar û zîx ekewne ber pêt
Helbestên din ên Helbestvanî/ê