A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (5a)
107 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (5a)

Perwerdgara! Wa bere bere
Sewday nasînî tom le ser ser e

Dillim hemîşe rezay toy ewê
Giyan le bedenma satê nasrewê

Eger le xakim giyayê birrwê
Be zubanî hall le zîkirt edwê

Her makîneyek ke giwêy lê egirim
Ahengî zîkrî etoy lê degirim

Mestêkim parey ‘areqim nawê
Sard nabêtewe dill be hîç awê

çend xoş e le toyî perdey nîhan da
şew nûr ebînim le asman da

‘Eynî tecellî agirî koy Tor e
Em nizîktir e û le şarezûr e

Kesê nizîk bê be bendegîy xoy
To nizîktir î le cismî xoy boy

Xellkî be ‘eşqî husnî şêt ebin
Lîqay to wicûd derdênê le bin

Ke wicûd nema, ca nobey can e
Can cêy tecellay cîlwey canan e

Her cê ke qortî rohî tiya nebê
Bê tam û kam e, lay be! ba nebê!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê