A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (4b)
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (4b)

Perwerdgara! Ewaney danan
Canyan ebexşin bo meylî canan

Arezûy nefsî xoyanyan nawê
Ta meylî toyan deskewê tawê

Rabî’e ke wa pêy ellên jin e
Watey merdaney ewim le kin e

Elê: Beheştim be beş ber kewê
Bizanim rezat dozexî ewê

Bo ewey meylî to bênime cê
Eçime cehennem bo xom dest be cê

Eme meqamî berzî reza ye
Bexşînî tenha le dest to da ye

‘Eqll û me’rîfet dabeşî to ye
Hemû hî to ye em reng û boye

Em nexşe ciwaney giyay ser zemîne
Destkirdî to ye ke wa rengîn e

Kewn û mekanit hênaye meydan
Ke çî nawî xot nawe ”la mekan”

Min ezanim to le hemû cê hey
Ême debînî û hîç xot dernaxey

Bûyî û heyî be bê zeman û mekan
Cillewî be dest towe ye cîhan

Ma esabeke deygêrrêtewe
îradey to kes naygêrrêtewe

Herçî hengawê nizîkit kewê
Nûrî rehmetî toy ber dekewê

Ewey keremit le ‘ebd enasê
Diwayî be petî bendet etasê

Ewî to bîdey ba bişllên kem e
Be bereket e, mûçey sercem e

Ewî to neydey be nesîb nabê
Eger keremî mexsûsî şa bê

çend xoş e însan heqîqetco bê
Be şewê tenya her le lay to bê

Ay lew lezete û lew zewqî rohe
Ay lew neş’eye û hay lew fitûhe

Tû xuwayetî xot wam lê bike wa bê
Neş’ey penhanî tom le dilla bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê