A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (4a)
106 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (4a)

Perwerdgara! Temaşa ekem
Xom le kirdewey xom haşa ekem

Dill û zubanê to dawte be min
Be hewa û hewes lêm bûn be dujmin

Emewê dillim tenha toy tiya bê
Le yadî xeyrî to tewella bê

Ewsa zubanim zîkrî to deka
Etwanim bibime bendey barega

Egîna her wa bimênimewe
Towî bednamî eçênimewe

çend xoş e neş’ey tom le dill da bê
şeqim le çend û çûnî helldabê

Azad e ser wek berzekî banan
Bikewime sewday arezûy canan

Tacî edhemî binême ser ser
Fermanrewa bim le behr û le berr

Yaxu perwaney nûrî lîqat bim
Rohim perwane û xoyşim fîdat bim

Zor kes perwane n bo şem cemalê
Ba minîş bibime şiftey cemalê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê