A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (3b)
106 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (3b)

Xuwaye! Em rêyey minî le ser im
şeytanî zor e û xeter le berim

Pêşekî pena dênime ber to
Ba nebime bawkim, xerro rencerro

Sed gunahkar bim, ke to lêm burdî
Bo to lezet e û bo min rûzerdî

Be tawanî min pêxemerekem
şermesar ebê le we; sill dekem

Perwerdgara! Le ‘esllî çaka
Hîç kes be Xuwa hîşt gunahê naka

Ke to netewê parêzgarim bî
Min be nakesî nabime darî bî

Xuwaye be dar û be berdima bide
Le gell dostî xot beynim têk mede

Herçî dostî toy newê zelîl e
Bo eme tebbet yeda delîl e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê