A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (2)
105 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (2)

Perwerdgara! Dillêkim ewê
Ke agirî hewa rêy tê nekewê

Abrrûyekî bêzirq û riya
To, to binasî û padişa, geda

Xuwaye xwastî to be beha nîye
Derkirdinîşit be behane ye

Eger lêm pirsin, qartêkim nîye
Nayişzanim mayey bendegîm çî ye

înca ke wa bê çon egeme to?
Kewate be xom billêm rencerro

Dîsan min le to nahumêd nabim
Be Xuwam nasîwî her debê ça bim

Eger pêm billêy meyke û pêm bikey
Destellatî min çon jûr xot exey?

Kirdewey minit xot qerar dawe
îtir arezûy min le kiwê mawe?

Rohim be rezay towe suruşt e
Arezûy nefsim horî beheşt e

Lîqay to ke xoy be roh enwênê
îtir arezûy nefsim namênê

Le cehennem da be yadî to we
Gullî beheştit nakem be bowe

Xellk wa dezanin nûr ‘îbadet e
Nazanin dadit be ‘înayet e

Zorman bîst ‘abîd be gumrra derçû
Safdill pesendî lay baregat bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê