A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (1b)
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (1b)

Xuwaye! Hawarim tenha be to ye
To nebî ‘alem be çillûço ye

Dû ballim berê ke pêy bifirrim
Ballî dû teyrî nehsî pê bibirrim

Yekê kolarey tema‘î negbet
Yekê sîsarke keçelley şehwet

Eger em duwanem tiwanî ball şkand
Nêçîrî merdîm le dinya firrand

Xo eger her wa em diwanem siwar bê
Ebê nawî min kerî jêr bar bê

Xuwaye! Wa min xom tema‘im nawê
Fermû ew wazim lê bênê tawê

Rû bikate şiwênê ke eyanewê
şew û roj dillyan bo ew nasirewê

Tema‘ pareyan pê ko bikatewe
Heta le toyan dûr exatewe

Le pirr merg hallî dinya egorrê
Xo diyar e pare naçête gorrê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê