A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (1a)
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (1a)

Ey bexşayindey xawenî ‘eta
Ey xudawendî poşindey xeta

Ey bêniyazî tewaw nenasraw
Ey tenhay nawdar hezarûyek naw

Ey destellatdar! Dest nagate to
Ey perwerdgar! Hanay gişt be to

Neş’eyê bide be giyanî mirdûm
Rûnakî çawî hewa kiwêr kirdûm

Xuwaye nazanim çîm le to biwê?
Herçîm bideytê min ewem ewê

Perwerdgara! ’Uzrim pesend ke
Le rastî gunah cillewim tund ke

Hemû ’umrî xom, xom dam be ba da
Hêştaku şeytan yexem bernada

Bûn û nebûnim le la yeksan ke
Le wextî xem da şadîm asan ke

Xuwaye! Etirsim le gunahî xom
Destim rakêşe destewsanî tom

Xuwaye xumarî tom wa le ser da
şî’rî supasî tom wa le ber da

Ser û zimanim be fîkr û senat
Her wa bêllewe heta dême lat

Nengî dinyayî le lay min xoş e
Be nengî lay xot min damepoşe

Serim be sewday ‘eşqî to gêj e
Xakî rûzerdîm piya da mebêje

Xoşwîstinî tom hellbijard bo xom
Le rêy rezata her wa bellacom

Gemîyekey Nûh birrexsêne bom
Le gêj serkewim, nekewme bin gom

Perwerdgara! Herçît hellbijard
Xermanî hestî ewit da be bad

Bewe muflîs in xellik ke niyane
Min be bûnî zor mallim wêran e

Fezllit bê keran, şukrit bê ziyan
Xeyrî to kesim nîye le cîhan

Xuwaye ew kesey ke to enasê
Kesî tir nakirrê be lete dasê

Meylî to wa bê biçime cehennem
Beheştim nawê be reza, bendem

Xuwaye! Danam ke, nek danay bedhall
Bînayîm berê, pêy nekewme çall
Helbestên din ên Helbestvanî/ê