A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (10)
114 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Pîrî Pîran (10)

Xuwaye! Min zo rcar dême ser ewe
Emey deybînim pêy billêm xew e

Hemû kirdewey to ‘edalet e
Hemû dewrêkîş zallim alet e

Ta yekê nedey be kuşt be wî tir
Kes kursîy cahî bo nabê îtir

Ta leqe neda be dar da yekê
Tû bo ewaney jêr dar natekê

Be dîmen eme ‘edalet nîye
Bellam be me‘na keçî dîdenî ye

Ême tê nageyn le esrarî xeyb
Her xot eyzanî hakimî bê‘eyb

Xeyrî to hakim kê ye daîm bê
Ta ebed le şiwên xoy da qaîm bê

Hemû hakimê tabi‘î emr in
Ya ‘ezill ekirên, yaxu her demirin

Kes le to naka û to le kes nakey
Ew xudawendey gewre bêba key

Ezelîyyetit seretayî nîye
Ebedîyyetit muntehayî nîye

şiwên ezel kewtîn, her ser berew jûr
Gerdî rêgeyişman ne’edî le dûr

Gerraynewe ser ebed serewxwar
Le rê da gum bûyn, kewtîne hawar

Dad ledest sirrî ‘îlmî îbtîda
Bê dad le riştey lûlî întîha

Kewa bû ême rexney çî bigrîn
Ême nazanîn xoman key demirîn

Ke zîndegîman be emrî to bê
Pîşeman boçî her çillûço bê

Lutif derbarey xirap biniwênî
Mallî hejarî pê birruxênî

Eger bêt kesê billê çî dekey
Be zallim ellêy têy hellde, sa dey!

Mall mallî xot e û bende bendey xot
çî dekey bîke, xo liwawe bot

La yus’elu buwe be qifllî demman
Helldekeyn le gell şi‘uî kemman

Bellam xot serman bişkêne be berd
Memanxere dest hetîwçey namerd

Pîrêjin ellê: Xuwa xetapoş e
Herçî lay Xuwawe bêt pêman xoş e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê