A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Nalley Dilltengî
103 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Nalley Dilltengî

Em qewmî kurde, eger tê nega
Bo xayey mîllî, rû le kiwê deka?

Sergeştey çoll û biyaban ebê
Nagate hewar, mallwêran ebê

Ta yek nekewîn rêga dernakeyn
Ebê yek kewîn, weten awa keyn

Em xake nawî xakî Êraq e
Le ser zemîn da, bêmîsil e û taq e

Ewey xirap e qedrî nazanîn
çunke gîrodey cehl û nezanî n

Eger be xwêndin le xoman negeyn
Wek ker, kirêbar bo xellkî debeyn

Eger detewê karit mehkem bê
Nexwêndewarit debê zor kem bê

îqbalî ummî girr û dewrêk e
Ewîş nîşaney pelle hewrêk e

Ta sewîyeman tewaw berz nebê
Pelupoy îlim û fen sed teriz nebê

Mêrûle bo xoy kird û koşiyetî
Kurd gird û xulî bêhoşîyetî

Da’im legell yek şerrman e û hera
Hello be tîrî perrî xoy kujra
Helbestên din ên Helbestvanî/ê