A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Le Trenî Rêy Estemûll Da
105 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Le Trenî Rêy Estemûll Da

Ewa rûm kirde to ey dayikî muşfîq bîstûpênc sall e
Le xurbet da be yadî to dejîm, Xuwa şahîdî hall e

Beyanî da nesîm lay to we hat, bonî weten pê we
Ewa nûsrayewe pîrane ser’umrim le ser niwê we

Ellên nefhey heyatî pê weye badî behar!! Wa ye
Be sirwey bay weten maw im behar û bay le lam bay e

Tren cûlayewe! Wa kewte rê, bawerr be xom nakem
Xew e yaxud xeyall, ya rast e, em hallî ferehnakem

Heway textî Silêmanî heye badî tren ba, bê
Bad ba bê le şehba bê le Feyha bê le Zewra bê

Be çawma bê eger tozê le tozî bay Silêmanî
Ke nûrî Tore tûrê nayenê surmey Sulêmanî

Ke ba bênî gullêkî “kanîba” bênê le lam wa ye
Telay Keyxusrewî wek gencî badawer hemû ba ye

Gizingî roj edate befrekey şaxî ‘Umer Gidrûn
Birîqey xoştir e lay min le durr û gewherî Qarûn

Be awatî dexwazin xellk te’amî maîdey îsa
Le lam hellwa gezoyê nayenê destim kewê êsa

Seba dênête giwêm dengî minallanî qutabxane
Neşîdî mîllîyan lahûtî ye, qutî dill û can e

Umêdim wa ye em deste kurrane meş’elê hellken
Le tarîkîy nezanî da be zanistî weten derken
Helbestên din ên Helbestvanî/ê