A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Le Debaşanîyewe Bo Mela Necmedîn
113 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Le Debaşanîyewe Bo Mela Necmedîn

Xeyallê wa le baxellma betwêy pîrahen e emşew
Be wesllêkî xeyall dewrim seranser gullşen e emşew

Hemû mûyekî endamim le xoşiyana xedengêk e
Eger aza ye xoy derxa ewey wa dujmin e emşew

şkistî zullfî tobey pê şkandim; tobe lew tobe
Dillî şêx û milî mull têk şka, her bişkene emşew

Be sermestî ke destim kewt, le narî nar û nûr derkewt
Yedî beyza ye destim, boye dinya rewşen e emşew

Tecellî nûrî Tûr e bem tewre turrey ‘eşqî pîşan dam
Be perwazî cinûn cîlwem le wadî Eymen e emşew

Le dewrey Bêstûn dengî qullingî rohî Ferhad dê
Qewanêkî xeramefonî şoxî ermen e emşew

Ke giwêm ziringayewe ah, dengî zengî naqey Leyl hat
Ewa lew layşewe Mecnûn e degirî, şîwen e emşew

Sewadî turreyî morî Suleymanî suwa, yaxo
Weku bextî reşim rojî reşî ehrîmen e emşew?

Be ser şaxî Erarat da be lawik Pîremêrd serkewt
Ellê: şiwênim kewin kurrgel, şewî serkewtin e emşew
Helbestên din ên Helbestvanî/ê