A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Kurdîy Rewan (2)
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Kurdîy Rewan (2)

Beyanî bû le xew hestam ke riwanîm befre barîwe
Silêmanî ellêy Bellqîs e taray zîwî poşîwe

Demêk e çawerrêy befrêkî wa bûm; mujde bê, barî
Serim befr e, keçî hêşta şerretopellim e bo yarî

Le bîrme şêrebefrînem dekird, siwarî debûm bê zîn
Nisê bû, cêgekey deybest, dema ta ku demî hawîn

Be bergî spîyewe çend xoş e şaxî Giwêje bîbîne!
Le rengî asman dillbertir e, em spî ye ew şîn e

Ellên: Bergî firîştey asmanîş spî ye wek befr e
Firîştey ême balla ye, bellam çî bikeyn le gell tefre

Hemû pêçekilloy befrêk firîştey Xuway le gell da ye
Firîşte kewte nawman, bo ye wa aşûb û hella ye

Ewa samallî kird û roj hellat, kewte gillezerde
Be ser ew befre da tîşkî hetaw ellmasî xuwakird e

Be ser gonay sipî da xişllî zêrrîne birîskeyî dê
Perî ser kêwî Qafîş hênd e pirçî zerdî xoy lê dê

Le ser serban befir tiwêjallî wêney çurrî şîr e
Qetarey ser liq û popî dirextîş spî ye dillgîr e

çilûrey giwêsewan e, pillpilley zîwî kiçe kurd e
Seholl awêne ye; em pillpille û awêneye wird e

Ke pîrêjin ser û poyley be şînî çile têk alla
Behar dêt, darî pîr dejiyêtewe, dête qed û balla
Helbestên din ên Helbestvanî/ê