A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Konepoşî
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Konepoşî

Piyawêkî dartaş meymûnêkî bû
Bo hemû îşê le gellya deçû

Hogirî bû bo lay hellwestabû
Meymûn şagird bû, dartaş westa bû

Ke eygut teşwê, gurc boyî ehêna
şeqqey mişarî bo dadehêna

Rojê westakeyî darî deqellaşt
Beyn beyn be piwaz lengerî edaşt

Be tewir darekeyî eqillîşandewe
Be piwaz lêkî errewandewe

Wextî nîwerro çû bû bo ser’aw
Meymûn hate cêyî wek westay tewaw

Xoy qît kirdewe, le cêy ew danîşt
Herdû gunî xoy be qillîşa dahêşt

Piwazî derhêna gunî pêwe bû
Kewte qîj û hûrr agirî tê berbû

Qillîşî cê piwaz yekdigîr bûbû
Hêlkey meymûnî tund tê çespîbû

Meymûn xeşîm bû, bû be faqewe
Deynalland be dem waqewaqewe

Le zîrrey meymûn xellk ko bûnewe
çûne pêşewe lêy wird bûnewe

Hêlkey gîra bû le qillîşî dar
Denûzayewe kewtibuwe hawar

Westa le tawa ser’awî nekird
Hat piwazekey, lê da dest û bird

Meymûn risgar bû be kulemergî
Bellam êşekey geyibuwe cergî

Meymûn çon ebê be westay dartaş
Bulbul û leqleq nabin be yolldaş

Nagate payey merdî nahîsab
Nan bo nanewa goştîş bo qesab

Meşhur e dellên: Huştir û qezazî
Hewramî û siwarî, wirç û rimbazî!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê