A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Kiwêxa Remezanî Wirmziyari
113 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Kiwêxa Remezanî Wirmziyari

Be wem zanî ke ahim karîger nabê be roj û şew
Henasem helldekêşim lekkeyê naxate ser rûy ew

Be xwênrrêjî le asin têperrî yarim be dillzibrî
Temaşa ken ke tîx xwênî errêjê xoyşî xwên egirê?

Be hawîn lêwî wişk û tînwetîy to hesret e bo dill
Bellam demirim bibînim lêw be lêwî to ye kasey gull

Le bê şîrîniya dem tall e xellk, (datillî) nema lay kes
Be (xanim giwêbegî) û (qadîn budî) min serfiraz im bes

Emend lam xoş bû (xanim giwêbegî) êstaş be tamî ew
Be xulyay pîre zawayî xewî şîrîn ebînim şew
Helbestên din ên Helbestvanî/ê