A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Hefse Behare
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Hefse Behare

Hefse behar e gull geşayewe
Awî Karêzî şerîf jiyayewe

Harreharrî aw, xwêndinî bulbul
Sed bar pîrîş bê şewq eda be dill

çiwale gullî kird, erxewan sûr e
Hêşta pişêwî le naw şar dûr e

Gulallesûre bûkî behar e
Minîş bo bûkêk dillim daxdar e

Befir û hellekok le min qewmawe
Gull be Tofîqî Hewlêr birrawe

Ta to û Fehîme xoş bin min her wa m
Ba wicûd heta demirim be temam

Neyse, bêynewe ser basî behar
Wa sewz bû sêw, hellûje û henar

şing û helle kok pirçyan dirêj kird
Hêndem pîşok xward kellemî gêj kird

Darêkî zorim kird be bêllekan
Eydem be êwe bo bin gozirwan

Wa be xilexil nîsanekeş hat
çar şêwî sewzî poşîwe willat

Sî û cigerî zistan dellên zor çak e
Bin tûwekeşman mallîwe û pak e

şîş û miqellî û agirim danawe
Tematey sewzî parîşim mawe

Piştemexze û dûg, gurçîleş dênim
Herçî bîfirrênê qollî deşkênim

Bengoke û piyaz û kewer û terxûn
Le gell behara hemû peyda bûn

Sertiwêjî mast û penîrî taze
Hemû Bexdad boyî awatexwaz e

Êwey tiya nebin bêtam e û boş e
Ax a em bezme be to we xoş e

şayî newrozim kird be naw û daw
Êwe diyar nebûn, lêm bû be zûxaw

Tuxwa û pêxemer! Besiye xerîbî
Ew ‘umre xoşe le gell ême bî

Wa be şiwêntana xom dême ewê
Lam wa ye Mîrza minî xoş ewê

Eger teşrîfî bêtewe êre
Ewanî êre ebine gay gêre!

Le sayey Xuwawe le kara yin, zor în
Mîrza gewre bê, xoş raebiwêrîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê