A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Hecûy Espêk
113 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Hecûy Espêk

îbtîda boz le Siney kirduwe çera
Be leqe û cûte le jêr destî kera

Gû be gorrî piderî xêwî be rûy
Beşî kem bû, le kema hêzî nema

Hênde bêhêz e eger tawî bidey
Naşkênê le dewa hêlke be pa

Mehwe goştî bedenî ewsa ye
Piştî zînî dî weku hîzey ba

Bo derêy lê xurrî, narrwa be kutek
Rûberrûy pûş û giya dête sema

Deşkênê dehenî berdî zemîn
Hênd be ser sim ke le rê sucde eba

Wextî xar ’eynî beraz e şeqîkey
Gerdinî nagerrê bo sûy qefa
Helbestên din ên Helbestvanî/ê