A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Hecî Pîremêrd!
161 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Hecî Pîremêrd!

Elifî miradit firrê da merdî
şiwên mirad kewtî bo direm, mirdî

Rojû û nimazit ke bo niyaz bê
Wek aşiqêkî ke pîşey gaz bê

Niwêjî zor pîşey pîrêjinan e
Rojûş esllekey bo remezan e

Siyahetî hec seyrî cîhan e
Ewî be kar bê, bexşînî nan e

Kabe binaxey Birayimî Xelîl e
Dill nezergahî rebbî celîl e

Dill deşkênî û eçî bo kabe
Meço, mezalîm le ser xot la be

Min ziyaretî kabem kird, bellam
Ziyaretî dill pêştir e le lam

Le deştî Mîna qurbanî dekeyî
Bo gurg û çeqell diyarî debeyî

Lêrey ser birre û bîde be birsî
Debêt be qellay ayetul kursî

Dezanî kewa dinya fanî ye
Way degirî ta ser zîndeganî ye

Eger to ta ser her bijiyaytaye
Eşiya bo diway to cêga nemaye

Wek pêş to cêgay xoy dawe be to
Toyîş cêy xot bide be yekê û birro

Eger pê dagirî û billêy min narrom
Toyîş wek yarokan ehawne bin gom

Ke le ser piştî masî danrê
Tirrekellekê diyar e ser nagirê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê