A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Gîpe
138 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Gîpe

Ehmed! Ba gîpet bo ew tîpe bê
Gîpet xward bê min, gupit gîpe bê

Xo min ew sate hatbûme lat
Tefre bo min bû, sifre bo cemat

Wityan: Kelleket hêşta deybarran
Wirgtan birincî kallî exûsan

Eger wek kelle mêşkit datekê
Ebî be wezîr firîşkit tekê!

Wek killawqazî bêdirûman î
Agirî bin dîze yî, zor bêaman î

Rîxolle çewrey le xot allawî
Pêçkey xot bestûwe le cê damawî

Herwek şîlawg hewênî şîr î
Le nuktey wirda, peykanî tîr î

Destî ‘îzzetit dayim le ser bê
Hermêy beheştit awdar û terr bê

Kirdey to û birdey nadîy Mezllûm bê
Xirapet diyar bê û çaket bin gom bê

Minîş keşkekim emrro xward bê to
Berdhawîştin e padaşî killo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê