A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Galltey Berrast
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Galltey Berrast

Xidir bû piyawî Hesen Efendî
Kes pêy nedegut: Kerit be çendî

Kiwêxa derga bû cêy xwacanişîn
Ferencîpoş bû zistan û hawîn

Rencberî mallê rojê nexoş kewt
Naçar ew roje bêgarî ber kewt

Pênc kerî ebird bo dêy Kellekin
Ke le ser xerman kay bo dabigirin

Le rê xoyî siwarî kerêkyan bûbû
Ke eyjimardin, her çiwaryan mabû

Witî: Ay xo min pênc kerim pê bû
Wa çiwaryan diyar e, ewîtir kiwê çû?

Dabezî û raykird yekser bo diwawe
Way zanî kere le diwawe mawe

Bo diwawey riwanî hîç diyar nebû
Gerrayewe lay keran zû be zû

Ke temaşay kird pênc ker tewaw e
Lem fendellfêlle serî surr mawe

Zor mandû bûbû dîsan siwar buwewe
Le berûjêre sereûxwar buwewe

Dîsan kerrwanî ker çiwaryan mawe
Girya û gutî: Min çîm lê qewmawe?

Xoy xiste xwarê be du‘a û niza
Eparrayewe le baregay Xuwa

Du‘ayî gîra bû, riwanî ker pênc e
Rizgarî bûbû lem derd û rence

îtir neytiwanî birrwa be pêyan
Xoyî helldaye ser kerêkî tiryan

Carê le rawêy lê hatewe dî
Witî: Em care ker gurg xwardî

Herwa lêyî xurrî geyiye nîwey rê
Berew pîrî hat xiley kiwêxay dê

Bangî kird: Kiwêxa! Le dewrit gerrêm?
Le kiwêwe Xuwa toyî geyande ser rêm?

Emrro cinoke galltem pê deken
Satê kerêkim edizn û eyben

Witî: Xidir Axa çend kerit pê bû?
çendiyan mawin? çendiyan le des tçû?

Witî: Pênc kerim hênabû le şar
Ke eyjimêrim, hatote ser çiwar

Kiwêxa tê geyişt ke xoyî û gêzer
Lêk nakatewe kabray qurrbeser

Ew kerey ke wa xoyî siwarî buwe
çunku naybînê, le bîrî çuwe

Witî: Dabeze hey bendey bêxeş
Pêncî bo jimard xoyşî kirdî şeş
Helbestên din ên Helbestvanî/ê