A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Gallte û Gep (2)
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Gallte û Gep (2)

Xo hellbestî em dewre
Le cêy xwêndin û dewr e

Cinokeman le dewr e
Bîsmîlla keyn be dewre

Dewrîyek pillawî çewr e
Wek kotir kewte dewre

Eçê bo piyawî gewre
Asmanî ême hewr e

Yekê bû yekê nebû
Lew diwane ewey nebû

Kerêkî bêgiwêçkey bû
Bo xoy bo kêşe eçû

Kere le dest xoy derçû
îtir le nawa gum bû

Keçî ewey ke nebû
Kerekey firoştibû

Kerî xistibuwe herrac
Firoştî bê xerc û bac

Tifengêkî bêgulle
Dîzeyekî danûle

Gunîye şirrêkî bênaw
çeqoyekî demşkaw

Hemûy kirrî çû bo raw
Le ser serçawey Seraw

Herwa eyrriwanîye naw aw
Be sîhrî mela xinkaw
W
ek awêney Eskender
Riwanî lew dîw tarîder

Wa çêrgê nîştotewe
Rû be rûy milekewe

Fîşekî naye tifeng
Hawîştî bê nalle û deng

Neygeyiştê û çêrgî kuşt
Xoy kewt le ser gazî pişt

Gunîye şirrî hellsûrran
çêrgî şil şil tê çespan

Birdiye mallewe lêyna
Le naw dîzey bêbina

Le kullanêkî kema
Goştî royî, awî ma

Hênde siwêr û çewir bû
Herçî xwardî zikî çû

Herçî ke neyxwardibû
çewrî lêwî bestibû

Ewey ke neyçeştibû
Be rîşiyewe meyîbû

Seg hat rîşî listewe
Segî girt be destewe

Ke kêşay be zewîya
Sed top bilûrî riya

Xawenseg û simêllçewir
Le yek kewtine şerre tewir

Heryeke bo xoy ebird
Ewan beşyan ne’ekird

Lew lawe qullçîy temwîn
Hat û têyxurrîn be qîn

Witî: Eme qaçax e
Le qaçax cergman dax e

Le dest ewanî wergirt
Be bêqirre beşyan kird

Boye pirsîn nemawe
Kewa beşkirdin baw e

Em heraye û gerdişe
Hî ewe ye bêbeş e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê