A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Feryadî Pîremêrd
196 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Feryadî Pîremêrd

Ellên firmêskî hewir baran e
Giwa ye giryanî şînî yaran e

Kiwa? Eger hewir wa bigiryaye
Eşiya baranî hîç newestaye

çunke çiwar salle em serzemîn e
Têkrra be xwênî kujraw rengîn e

Ême ke xoman yektir bikujîn
Hewir û asman boç boman bigrîn

Em qirreqirre û qirrî însane
Rastit pê billêm fîtî şeytan e

Xwastî Xuwa ye ebê bête cê
Bo ewey zemîn be fesad neçê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê