A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Ey Kiçîne
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Ey Kiçîne

`Sirûd`

Ey kiçîne! Werine mekteb, êwe teskînî dill in
Zînetî bax û tereqî n, rewneqî destey gull in

Taze ême têgeyiştûyn, dayikî çakî xwêndewar
Esllî wa dênête meydan, qewmekey pê bête kar

Jin xerîkî jînî piyaw e, nek xerîkî berd û dar
Terbîyey mêşkî minallî bo weten bê û can nîsar

Xozge min bibime dirextê bo qutabxaney kiçan
Ew kiçaney wa dexwênin, bibime sêber bo ewan

Her kiçanî xwêndeware, mîlletî pê ser kewê
Terbîyey mindall hîwa ye, pêşrrewîman ber kewê

Rojhellatîş rojî helldê, xwêndinî kiç hate naw
Cehil e tarîke şewî kurd, xwêndinîş tîşkî hetaw

Derzî çall hellnakenê, fenn e weten awa eka
Xuşke giyanî dayikî muşfîq neslî çak dawa ek
Helbestên din ên Helbestvanî/ê